سیمیناری سایکس بیکۆ لە ستۆکهۆڵم
Rêkeftina dîrokî , peymana nehênî ya SYKES-PICOT sala 1916 ku di di navbera Britanya û Fransa de hatibû wajokirin ku paşê Rûsya jî vê peymanê erekiribûn 100 salên xwe tijîkir. Bi vê peymnê sînorên destçêker hatne kişandin bêyî daxwaz û vîna milletên deverê. Hindek welat hilweşiyan, hindek hatne qirkirin û hindek jî piştşikestî bûn û hindek jî beravêtî bûn. Kurdistan bû 4 parçe. Niha SYKES-PICOT eke din li ber deriye. Gelo di vê nexşeya nû û peymana nûde dê çarenivîsa me çewa be. Duhî, ev ro û sibehî dê rewşa me çewa bibe. ji bo vê babeta girig, bi awireke zanist ù akademik Komela Kurd li Spånga semînereke girig li dor vê Peymana dîrokî ji bo me, berêzan Omar Sheikhmous , Ahmad Eskandari û Ekrem Önen li dem û cihê xwarê pêktîne. Em vê semînera balkêş û girîng ji dest xwe bermedin.
Hun hemû bi xêrbên..
Roj: şemî 20.02.2016
Dem. 13.00
Cih: Sveavägen 41 ABF
Amadaekar Komela Kurd li Spånga bi hevkariya ABF ê.
بهروار: 11/02/2016
922 جار خوێندراوهتهوه
|