ئیقامەی دانیار موحەمەد لەسوید درێژکرایەوە
گوێ لە ڕاپۆرتەکە بگرە
Îqameya pîzeçî Danyar Mohammed hat dirêj kirin bo du salên din. Daîreya Koçê ev biryara xwe doh ragihand.

Danyar Mohammed berî neh salan ji Kurdistana Îraqê hat Swêdê. Xwe zû hînî swêdiyê kir. Wî li Jokkmokk, wekî pîzeçî bi awayekê resmî kar dikir û miaşê xwe werdigirt, lê Daîreya Koçê, daxwaznameya wî ya îqameyê li Swêdê, bi sedema ku miaşê wî li gor peymana kolektîv 460 kronan kêmtir e red kir.

Xwediyê xwaringehê ew çendsed kron her zû li miaşê wî zêde kirin, lê Daîreya Koçê her ma li ser biryara xwe.

Danyar gazindeya xwe gihande Dadgeha Koçê (Migrationsdomstolen) û bi belge diyar kir ku miaşên wî yên salên 2013 heta 2016 li ser hev mehane 230 kronan bêtir in ji ya kolektîv li ser hev. Lê Dadgeha Koçê ew şikyata wî red kir.

Danyar bi alîkariya rêxistina Navenda Dadmendiyê (Centrum för rättvisa) şikyata xwe bir bo cem Dadgeha Bilind ya Koçê û wê heq da Danyarî. Herweha dadgehê biryar da ku di pirsên ji vî rengî de divê Daîreya Koçê tevaya rewşê li ber çav bigire û tiştên biçûk yên dikarin bên serrast kirin neke bingeh bo biryardanê.

Niha îqameya Danyarî bo du salan hat dirêj kirin. ew derbarê biryarê û hestên xwe û siberoja xwe li Swêdê ji bo beşê kurdî yê Radyoya Swêdê aixft.

Ji bo bihîstina hevpeyivîna bi Danyar Mohhamdeî re guhdariya dengê li jor bikin.
به‌روار:  14/12/2017
1353   جار خوێندراوه‌ته‌وه
مافەکان پارێزراوە بۆ مالمۆکورد
میوانی سه‌رهێڵ:   654
کۆی سه‌ردان:   29231171