بەتەلەفۆن فێری سویدی ببە!
Bi APPa Språkplay mirov dikare li bernameyên televîzyonê guhdarî bike û wergera bi zimanê xwe bibîne.
Mirov dikare êdî bi telefona xwe li televîzyona swêdî meyzêne û wergera gotinên swêdî ku mirov fam neke yekser bi zimanê xwe bibîne.

Televîzyona Swêdê SVT bi amanca ku mirov bikaribin baştir ji bernameyên wan fam bikin ev bername çêkiriye. 

Li civateke hin xortên ku ne zûde hatine Swêdê me bername ceriband. 

Belê, em li bakurê Stockholmê li civateke xortên ji rojavayê Kurdistanê ne. Ahmed e, Ahîn e, Şiyar e, Bahoz e. Piraniya wan van salên dawî hatine, swêdiya xwe kafî nabînin û dixwazin zimanê xwe pêş bêxin. Ew bi meraq li vê APPa nû diceribînin.

Carê ji bo ku mirov xwe fêrî zimanekî bike, ferheng û kitêb peyda dikirin, belkî hewl dida here dibistanê perwerdeya wî zimanî bibîne.

Îro jî mirov dikare bi heman awayî tev bigere, lê ferqeke pir mezin di navbera carê û îro de hêsanbûna xwefêrkirina tiştan, wergirtina zanyariyan e.

Û hema hema her zanîna mirov lê bigere ewqas berdest bûye ku di berîka mirov de ye.

Dersên birêkûpêk ên ji bo fêrbûna bi sedan beşên zanistê, bi sedan zimanan di telefonên me yên destan de ne.

Îcar ji van bernameyên telefonên destan re gotina APP tê bi kar anîn. Sazî, kes û şîrketên ku bi van APPan re mijûl dibin jî tim li riyên nû digerin bê bi çi rengî dikarin xwe bigihînin me bikarhêneran, van bernameyan ji me re çawa hêsantir bikin. 

Navê bernameya ku di vê civata xortan de em lê dinêrin SVT Språkplay e. Ew ji aliyê Televîzyona Swêdê SVT ve hatiye çêkirin û berpirsê wê Erik Hedin e. 

– Li Swêdê behsa 1.6 mîlyon kes tê kirin ku zimanê wan ê destpêkê ne swêdî ye. Û bi taybetî van salên dawî gelek xelkên nû hatine Swêdê. Wezîfeya me weke Televîzyona Swêdê jî ew e em xwe bigihînin hemû kesên ku li vir dimînin. Û par em ketine nav hewldanan de.

Belê, par di payizê de versiyona yekem a bernameya zimên Språkplay hate pêşkêş kirin. Hedin dibêje eyb û qusûrên versiyona yekem hebûn, lê mebest pê ew bû ku binêrin daxwaz çiqas mezin e.

Pêşwaziya ceribandina yekem bi dilê berpirsên APPê ye. Ew bi vê ceribandina destpêkê re pişterast bû nek u pêwistî û telebeke mezin ji bo bernameyeke wiha heye,  lewra biryar dane ku ji dil giraniyê bidinê û versiyoneke nû ya baştir çêkirine. Ev versiyona duyem, ku mirov dikare bêje êdî bernameya jidil e berya du heftiyan, di destpêka gulanê de kete Appstorê de.

Gava cara yekem mirov vê APPê bi kar tîne mirov zimanê xwe yê bingehîn hildibijêre. Îmkana hilbijartina 18 zimanana heye, di nav wan de du zaravayên kurdî; kurmanciya bi tîpên latini soraniya bi tîpên erebî jî hene.

Û piştre mirov dikare li bernameyên ku di SVT Play de hene temaşe bike. Di bin vîdyo re teksta axavtinan bi swêdî tê nîşandan û gotina ku mirov fam neke yekser mirov dikare pê lê bike wergera wê ya bi zimanê mirov tê nivîsandin.

Wextê em bernameyê diceribînin em ferq dikin ku hemû gotin dernakevin. Erik Hedin dibêje niha jî bername ne tekûz e, lê hem bikarhêner bi xwe dikarin gotinên nû tevlî bikin û hem jî ew weke xwediyê projeyê bi baştirkirina wê ve mijûli in.
گوێ لە ڕاپۆرتەکە بگرە
به‌روار:  13/12/2017
1531   جار خوێندراوه‌ته‌وه
مافەکان پارێزراوە بۆ مالمۆکورد
میوانی سه‌رهێڵ:   458
کۆی سه‌ردان:   29249292