11 هەزار کەس لە سوید دەنگی بۆ هەڵبژاردنەکانی تورکیا داوە
لە پشووی ڕابردوودا هاوڵاتیانی تورکیە توانیان بەشداری لە هەڵبژاردنی تورکیەدا بکەن. لەسەریەک نزیکەی یازدەهەزار کەس دەنگەکانی خۆیان بۆ تورکیە ناردەوە.هەفتەی داهاتوو ئەنجامەکانی هەڵبژاردنی سەرۆککۆماری و نوێنەری پارتەکان بۆ پەرلەمان ئاشکرا دەکرێن.

گوێ لە ڕاپۆرتەکە بگرن

Nêzîkî 11000 hevwelatiyên Tirkî li Swêdê dengê xwe dan. Dengdana ku duh li Fûara Kista hate kirin de hem ji bo serokkomariyê hem jî parlamenteriyê bû.

Duh û pêr, ango 16 û 17ê mehê hevwelatiyên Tirkî yên li Swêdê çûne dengdanê. Herdu rojan jî hewa xweş bû û li parka derdorê partiyên cuda konên xwe vedabûn. Konê MHP û AKP bi posterên mezin ên Erdogan, ala Tirkî û alên partiyan li cem hev bûn.

Ji wan çend gavan wêdetir derdora maseya CHP pir sakîn bû, ciyê herî qerebalix derdora konê HDPê bû. Li wir civat, muzîk û xwarin jî hebû.

Li hundirê salona berfireh 17 klûbeyên cuda yên dengdanê hatibûne bicî kirin û di her klûbeyê de ji partiyên cuda wezîfedar hebûn.

Du kesên li ber klûbeyekê ji van em bi wan re axivîn Ahmed û Caziye yên ji bajarê Sala bûn. Ew dibêjin bi hêviya ku dengdan aştiyê bi xwe re bîne ew hatine.

Li Swêdê tev de nêzîkê 40 hezar kes hene ku dikarin di hilbijartinên Tirkî de dengê xwe bidin. Li gor zanyariyên ji desteya sindoqên dengdanê di van herdu rojan de nêzîkê 11 000 kes dengê xwe daye û 1000 kesên ji Swêdê jî li gumrikan raya xwe bi kar aniye. Yanî ji Swêdê derdorê 12000 deng hatiye dayin.

Dengên ku li vir hatine bi kar anîn îro bi balafirê dişînin Tirkiyê. Çar wezîfedarên ji vir wê bi dengan re herin û li wir kîsên muhrkirî radestî wezîfedarên li wir bikin.


به‌روار:  18/06/2018
441   جار خوێندراوه‌ته‌وه
مافەکان پارێزراوە بۆ مالمۆکورد
میوانی سه‌رهێڵ:   757
کۆی سه‌ردان:   29251825