ئیستخباراتی دانیمارک دەڵێ تورکیا دەیەوێ بەرهەڵستکاران لە دانیمارک بکوژن
Di 2017ê de rêxistina îstixbaratê ya Danîrmaka pê dihese ku Tirkî pilana kuştina hin muxalifan li Danîmarka kiriye û bi bayê bezê muxalifên hedef dixe bin parastinê de.

Êvareke înê di destpêka sala 2017ê de du kesên bi cilên sivîl diçine mala tirkekî li Danîmarka û dibêjinê de:

Ixbar ji me re hatiye ku dawiya vê heftiyê tê bê kuştin, loma divê em yekser te ji vir bibin.

Zilamê ku em ê jê re bêjin Mehmet dipirse bê ew henekan dikin:

Lê kesên ku nasnameyên xwe yên polîstiyê nîşanî wî dane dibêjin:

Mesele ewqas cidî ye ku mirov nikare henekên wiha bike” û jê dixwazin ew bilezûbez xwe kar bikin da ku xênî terk bikin.

Mehmet bi eslê xwe tirk e, lê bi dehsalan e ku li Danîmarka dimîne. Û li wir ew weke alîgirekî tevgera Gulen tê naskirin.

Li gor zanyariyên ku rêxistina îstixbarata Danîmarka PETê bi dest xistine û ev agahî ketine destê me de Mehmet yek ji çend hedefên mêrkujan bûye. Di rapora ku Radyoya Swêdê weşandiye de jî ji ber ewleyiya wî ne navê wî tê eşkere kirin, ne jî dengê wî tê bihîstin. 

Li gor agahiyên îstixbarata Danîmarka mêrkujên ku hatibûne Mehmet û hevalên wî grûpeke çeteye ku ji aliyê Tirkî ve hatibûne wezîfedar kirin û têkiliyên vê çeteyê yên xurt bi siyasetmedarên bilind ên Tirkî re heye. Derheqê grûpa çete de sibê em ê hin agahdariyên berfirehtir biweşînin. 

Paul Levin ku şefê Enstîtuya Zanyariyên Tirkiyê ye dibêje eger derkeve holê ku ev agahî rast in ev mesele û problemeke pir cidî ye.

Rêxistina Îstixbarata Danîmarka PET naxwaze ev agahî eşkere bibin. Ji ber ku hingî wî zerar bigihîşta têkiliyên navbera Tirkî û Danîmarka de. Ji aliyê din ve di destê Tirkî de daişiyên ku ji Danîmarka girtî hene. Bi eşkerebûna van agahiyan dibû ku serê Danîmarka biêşanda. Paul Levin dibêje Tirkî di rewşên wiha de bertekên tund nîşan dide û lewra dibe ku Danîmarka tirsiyabe ku ev dikare bibe serêşî. 

Lê di meha yekê çileya 2017ê de îstixbarata Danîmarka PET neçar dimîne hin tedbîrên cidî bigre. Çend kesên ku wê sûîkast li wan were kirin û kuştin dide alîkî. 

Yek ji wan kesan Mehmet ku em pê re axivîne dibêje:

Di nava çend deqeyan min û zarokên xwe me xwe kar kir, kincên xwe berhev kirin û der ketin. Polîs nehişt em telefon, komputer û tiştên wiha bi xwe re bibin. Li derve jî me dît ku çend erebeyên sivîl ên polîsan hene.

Malbata Mehmet di bin parastina polîsê îstixbaratê de berê xwe didine otêlekê, lê polîs yekser naajoyê, di nav kolanên Kopenhagê de ew fetlînoka didine xwe û di riyên dirêjtir re diçine otelê. Li wir jî nahêlin Mehmet û malbata wî karta bankê bi kar bînin. Ji bo têkiliyên acîl telefoneke kevin a nokiya didine Mehmet û wekî din wî tembih dikin ku têkiliyê bi kesekî re nedeyne. 

Lê piştî çend rojan ew ferq dikin ku li derdora vê otelê tirk hene û Mehmet û malbata wî dibine ciyekî hêj ewletir, xaniyekî bi serê  xwe li derveyî bajêr. Nêzîkê du heftiyan ew li wira dimînin û di vê demê de tim hin kes nobedariya wan dikin. 

Em nizanin bê di vê navberê de Danîmarka tam çi dike, lê li gor agahiyên me bi dest xistine ew têkiliyê bi muxatabên xwe yên Tirkî re dideynin û destnîşan dikin ku haya wan ji pilana Tirkiyê heye. Ji ber ku piştî 10-15 rojan êdî ew Mehmet agahdar dikin ku tehdît ji holê rabûye û ew dikare vegere jiyana xwe ya normal. Piştî vê bûyerê wî herwiha ferq kiriye ku asta tehdîtên ji Tirkiyê li hemberî wî kêm bûye. 

Zanyariyên teyidkirî di dest me de hene ku ji bilî Mehmet çend kesên din jî di heman demê de ji ber heman sebebê hatine parastin. Di malpera Radyoya Swêdê de bi swêdî û ingilîzî agahiyên berfirehtir hene. 

Hêjayî gotinê ye ku berê li hin welatên din ên Ewrûpa bi taybetî li hemberî siyasetmedarên kurd hin êrîşên ku girêdana wan bi Tirkî re heye hatine kirin. Di 2013ê de Sakine Cansiz jî di nav de sê siyasetmedarên jin li Parîsê hatibûne kuştin, par eşkere bûbû ku kesekî girêdana wî bi MITa Tirkîyê re heyî pilana kuştina hin siyasetmedarên kurd li Almanya kiriye û dîsa li Almanya îsal lîstikvanê futbolê Deniz Naki rastî êrîşeke çekdarî hatibû.

Di van salên dawî de tehdîtên bi vî rengê li hemberî kesên nêzîkî tevgera Gulen jî êdî têne dîtin. Û çi siyasetmedarên kurd çi jî alîgirên tevgera Gulen vêga li Swêdê gelek kes hene ku diyar dikin ew ji bo jiyana xwe bi fikar û endîşe ne.

Sibê jî herwiha li ser koma çete ku hewl daye van kesan bikuje em ê raporekê belav bikin.

گوێ لە ڕاپۆرتەکە بگرە
به‌روار:  14/06/2018
497   جار خوێندراوه‌ته‌وه
  بابه‌تی زیاتر ...
(سبەی): ساڵێك له‌مه‌وبه‌ر و له‌ رۆژێكی‌ وه‌كو ئه‌مڕۆدا (20ی‌ كانونی‌ دوه‌م) سوپای‌ توركیا و چه‌كدارانی‌ ئۆپۆزسیۆنی‌ سوریا كه‌ لایه‌نگری‌ توركیا بون، هێرشیان كرده‌ سه‌ر شاری‌ عه‌ درێژه‌ ...
رووداو - سوێد پزیشكێكی كوردی سوێدی بە پرۆفیسۆرێكی سوێدی دەڵێت: بەتەمام دڵێكی دەستكرد دروستبكەم. پرۆفیسۆرەكە پێدەكەنێ و دەڵێ: "ئەوەی تۆ دەیڵێی مەحاڵە و بە تۆ ناكرێ". هەمان پزیشك درێژه‌ ...
پەرلەمانتاران متمانەیان دایەوە بە ستێفان لوێڤێن سەرۆکی سۆسیالدیموکراتەکان، تا بەردەوام بێت وەک سەرۆکوەزیری سوید. بەپێی دەنگدانەکە ١١٥ پەرلەمانتار دەنگیان بە بەڵی دا، کە لە پار درێژه‌ ...
چاوەڕوان دەکرێ نزیکەی 8000 پەنابەر بگەنە سوید. درێژه‌ ...
مالیزیا هه‌وڵێكی‌ به‌ قاچاخبردنی‌ كۆچبه‌ران پوچه‌ڵ ده‌كاته‌وه‌ پۆلیسی‌ مالیزیا هه‌وڵێكی‌ به‌ قاچاخبردنی‌ 34 كۆچبه‌ر له‌و وولاَته‌وه‌ بۆ ئوسترالیا و نیوزله‌ندا پوچه‌ڵ ده‌كاته‌وه‌. درێژه‌ ...
رووداو - دهۆک لە كۆمەڵگەی ئازادی سەر بە شارۆچكە سەرسەنكی دهۆك، بەهۆی گڕگرتنی فڕنێكی نان دروستكردنەوە سێ‌ كەس سووتان "كە مامێك‌ و دوو برازان". بێوار عەبدولعەزیز، گوتەبێژی بە درێژه‌ ...
(سبه‌ی‌): رێكخراوی‌ (یونیسێف)ی‌ سه‌ربه‌ نه‌ته‌وه‌ یه‌كگرتوه‌كان كه‌ رێكخراوێكی‌ تایبه‌ته‌ به‌ منداڵان، گیانله‌ده‌ستدانی‌ (15) منداڵی‌ ئاواره‌ی‌ سوریای‌ به‌هۆی‌ سه‌رما و سۆڵه‌وه‌ درێژه‌ ...
ڕۆژی یەکشەممە دۆناڵد ترەمپی سەرۆکی ئەمریکا لە نوێترین توویتی خۆیدا دەڵێ تورکیا ئاگادار دەکەینەوە لە کارەساتێکی ئابووری گەر هێرش بکاتە سەر کورد ، پاش کشانەوەی هێزەکانمان لە سوریا. درێژه‌ ...
(سبەی): دوای ئەوەی لەسەر كۆترێك كوڕ و باوكێك لە یەكێك لە گەڕەكەكانی شاری هەولێر كوژران و سیانی تریش برینداربون، لەلایەن پۆلیسەوە دو کەس لەسەر روداوەکە دەستگیرکراون. ئێوارەی رۆژ درێژه‌ ...
عەبدوڵا ئۆجالان رێبەری گەلی کورد سیستمى ئیمراڵی بە بەشێک لە پیلانگێڕی نێودەوڵەتى دەزانێت. ئەو تەنها وەک زیندانێک سەیری ئیمراڵی ناکات، بەڵکو ئیمراڵی وەک شوێنێک لێکدەداتەوە، کە مۆدێڕ درێژه‌ ...
ژماره‌ی بابه‌ت
مافەکان پارێزراوە بۆ مالمۆکورد
میوانی سه‌رهێڵ:   218
کۆی سه‌ردان:   17558316